|
|
|
Derbarê Kurd û Kurdistanê de |
|
|||
|
|
|
|||||
|
LÎNKÊN SPONSOR
|
|
|
Nexþeyên Kurdistan Kurdistana Azad (Dewleta Federe ya Kurdistan) Kurdistana Mezin Ala Kurdistan
Parlemena Kurdistan Hikumeta Kurdistan
Serokê Kurdistana Azad |
|||
|
MEDYAYA KURDÎ |
DÎROKA KURDISTAN |
|||||
|
Ji vê demê
pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe belavkirina
bîrûbawerîyên peþketinxwaz û çandî û neteweyî de lîstin.Kovarên wek Gelawêj û
Hawar jî mînakên herî ya vê yekê bû.Di sala 1932'an de li þamê kovara bi
navûdeng Hawar dest bi weþanê
kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka
Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi
weþanê kiribû.Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat
cêbecekirin.Kovara Gêlawêj jî di demê xwe de bi rastî jî stêra geþa
rojnamegerîya kurdî bû. Bi dûv
dehan sal XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî
bi navê K.TV-DUHOK weþan dike,
televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.MED TV ku li derwey Kurdistanê hatibû
damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî
weþan dikirRewþa mediyaya Kurdîya îroyîn astekî baþde ye.Lê hin jî
pirsgirîkên wekî dezgeh bun,profesyonelî,kêm buyîna reklam û rewþa aborîya
dijwar,meseleya elfeba,ji xeynî Kurdistana baþur astengên dewletên dagirkerên
Kurdistanê,keþeya partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û hwd... berdewamin.Keþêyek din jî meselaya
sîyasîye.organên mediyaya Kurdî girêdayê partîyane.Li cîhanê jî %100 media ne
sebixweye.Helbet ev tiþteke xwezayîye.Lê dive rojnamegerîya Kurdî xwe nêzî
serxwebunê re bikþîne.Divê çapamenîya Kurdî
Kurdperwerî,niþtimanperwerî,demokratîk,modern,profesyonel bûn,rast
bûn,sirûþthezî,rizgarî û pêþketina Kurdistan û berjewendîya gelê Kurd wekî
esas bipejirîne. Îro piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weþanê dikin.Ji vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad weþan dikin rojnameyên rojana ne.Li Kurdistana Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî weþanên xwe didomînin yên din jî bi þêweyekî cigayî-hêremî weþan dikin.Biqasî wan jî radyo li Kurdistana Azad weþanên xwe berdewam dikin.Her wiha li Kurdistana Azad bi navê Pêyamnêr Ajansa Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest bi weþanê xwe kir.Her wiha li Ewrûpayê jî 3 televizyonê satalaytî heye.
|
Zanînnameya
Grand Birîtanîk (c/15 Çap:1911) xala Kurdistan de wiha tê gotin;”Pirsa -Kurd
kîne?- di dîrokê de gelek caran hatine kirin.Hatina Ksenefon bi deh hezar
leþkeran ku berîya zayinî 410’an de rastê Kardokan(Kurdokan) hatibûn têra
bersivê dikir.Ji van þopan tê zanîn ku Kurd kevintirîn nijadê Cihanîye û
Greek û Persan þarewîya xwe ji Kurdan hînbûne û mejû û zimanê Persan þaxekî
ji ziman û mejûya Kurdane”. Belê Anqsiklopedîya Birîtanîka wiha dibêje,lê çikas haya me ji dîroka me heye.Emê heta kengî xwe “piçuk”,”paþtamayî”,”ne xwedî zimanekî dewlemend” û “xwedî dahatûyekî tarî” bibînin.Gelê Kurd ji B.Z.(beriya zayinî-îsa) salên 10 hezaran ve wekî qevmîyet li ser vî Cihanê wek ji nav gelên herî kevintir de cihê xwe girtîye û bêgûman heta bedawîyê her bimîne. Diroka gelê Kurd gelek qedîm û dewlemend e.Þaristanîya Kurdî ji nav kurahîya dîrokê bi serkeftinên girîng hatiye roja me û mora xwe li dîroka cîhanê xistîye.Dirokê de yekem padiþahê Kurdan “Tosa”(Diyakos) ye.Gelê Kurd di dîrokê xwe de bi navê MEDYA imparatorîyek herî xurt avakiriye û piþtî MEDAN gelê Kurd nikarî buye carekî din dewletek wisa bihêz û berfireh avabike.Zimanê Kurdî ji wek Avesta(Medî) dest bi çêbûnê ye kirîye.Di konaxa didoyanda wekî Pehlewî û konaxa sêyem de jî zimanê Kurdîya îroyîn derketîye holê.Komalên wekî gutî,Hurrî,Kasî,Nayirî,Lolo,Subarî û hwd... pêþîyên gelê Kurdin. MEDAN bi sedsalan desthilatdarîya xwe parast û hemû êþîrên Kurdan û êþîrên ku piþtre bingeha Persan pêk anîne di banê Imparatorîya MEDAN de di nava aþitî de jiyan.Piþtî rûxandina dewleta MEDAN gelê Kurd bi wekî Kardûkan derketin dîka mejûyê.Di vê demê de ji azerbaycana îro heta kendava basrayê di bin destê Kurdan de bu.Li Kurdistanê piþtî salên B.Z 200’an dagirkerî dest pê kirîye û yek bi yek Makedonya,Roma, Part, Sasanî, Ereban,Selçuqiyan,Akqoyunli û safevîyan,Osmanîyan istîla pêk anînê.Ji ber istilayan bi avayekî xwezayî dewletek yekbûyî ne hatîye damezirandin jî gelek dewletên Kurdan a bihêz hatine avakirin.Wekî Dewleta DEYLEM(923-055),DOSTKÎ(957),REWADÎ(900),ZEND, HESENWEY(1107),HEMDANÎ(833-991),EYYUBÎ(1100-1300),ÞEDDADÎ,LOR,MERWANÎ(985-1085) û bi dehan dewlet û prenstîyên din hatine avakirin.Piþtî sedsala 16an jî gelek mirektî û hikumetên Kurdî hatine avakirin û saya wan dewletan þaristanîya Kurdî xwe gihandîye dema îro.Piþtî dagirkerîya Osmanîyan wekî gelek milletên din gelê Kurd jî bo serxwebûnê welatê xwe hewl daye.Belam ji ber asûna xwe ya jeo-politik a Kurdistan,paþdemayîna civaka Kurd,di nav civaka Kurd de nebûyîna çîna rewþenbîrî,ziyana ku ku bi sedsalan li Kurdistan hatine kirin,bêzar bûn û tirsa dewletên Cîhanê ji diroka Kurdan û nexwestina wan a Serbixwebûna Kurdan,kêþeya olî û gelek sedem û arîþeyên din gelê Kurd serxwebûna xwe dest nexistîye.Piþtî þerê cihanê yekem Kurd di peymanê lozanê de firsendek zêrîn bi dest xistine.Di peymana Sevr de serbixwebuna Kurdistan hatiye pejirandin.Lê Sevr de gelek xalên ku Kurdan eciz kiriye jî bune û Kurd û hêç hêzêkî din xwedî li peymana sevrê derneketine.Kurd wê demê de nizanîbûn ku peymaneke ji sevrê hezar hezar carî girantir peymanek bo kurdan bêne morkirin.Lê wisa bû ji ber dek û dolabên kemalistan û birexistin ne buyîna Kurdan carekî din Kurdistan di nav dagirkeran(Tirkîye,Iraq,Surîye,Iran) de hat parvekirin.Di sedsala 20’an de jî wekî Serhildana Þêx saîd,Dersim,Çiyayê Agirî,Serhildana Mistefa Barzanî,Þêx mehmûd,Bedîxanîyan û gelek serhildanên Kurdan bo azadîya Kurdistan çêbû.Lê yek ji wan jî negihiþt encamê.Di sala 1946an li rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê Mahabê hat îlan kirin.Lê ev komara yekemîn a Kurdan ku di nava hemû gelê Kurd bû hêvîyekî mezin afirand, di nav salekî de hat rûxandin.Herî dawî jî 1992’an de Dewleta Federe A Kurdistan hat îlan kirin.Ev dewleta federe hin jî girêdeyê Iraqêye û çavên hemû Kurdan li vê beþa azad a Kurdistanê de ye û her roj berew serxwebûnê diçe.Netewên wekî Greekan ku di dîrokê de Cihêkî mezin girtine û piþtî dagirkerîya Osmanîyan Greekan jî gihîþtine otorîte yên xwe ya sîyasî.Hinek netewên din jî ji holê rabune.Bê guman Netewa Kurd jî wekî Greekan carekî din vegere hêza xwe ya berê.Bêþik Neteweya Kurd di Rojhilata Navîn de gelê herî kevn û mezin yê dêmhatîye.
|
|||||
|
Girêdanên Peywendîdar |
Girêdanên Peywendîdar |
|||||
|
MÛZÎKA KURDÎ |
SÎNEMA Û ÞANOYA KURDÎ |
|||||
|
Her wiha
ji ber ku li erdnîgarîya Kurdistanê her tim digerin pêkanîna hiþmendîya
netweyî de rolekî girîng leystine.Ji Kurdistanê bi hezaran dengbêj derketîye.
Evdalê Zeynikê ku di sedsala 17an jiyaye,Selim Slêman,Kawis
Axa,Meyremxan,Hesen Cizrevî,Qerebetê Xaco,Îsa Berwarî jî hin dengbejên ku cara pêþî tê hiþa mirov. Radyoyên
Bexda,Tehran û Êrîvan pêþketina Mûzika Kurdî de rolekî girîng leystine.
Mihemed Arif Cizrevî,Meyrêmxan,Hesen Cizrewî,Hesen Zîrek Aram
Tigran,Þakiro,Qerebetê Xaco,Eyþê Þan û gelek navên din bi wan radyoyan dengên
xwe gihandine guhdarvanên Kurd. Di Muzika
Kurdi de herî zêde di þêweyên mûzika gelêrî a Kurdî,mûzaka gelerî aKurdî yê
modernizekirî, modern(pop-rock-cazz-pop folk,etno-rock…) û þêweya Dengbejî
deberheman tê hilberandin.Kurd hilberîna xwe ya muzikal bi hûnermendên
Þakiro, Mehemed Þêxo, Tehsin Taha, Qarabete Xaço, Seid Yusuf ,Seid
Hesen,Hesen Zîrek hatiye roja îro edî karine ku perisînin binesazîyake
modern.Îro Mûzika Kurdî xwedî hunermendên wek Ciwan Haco û Þivan Perwer ku di
qada navneteweyîde bi navûdengin. |
Bingehên
Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê û Kurd-Êzdî di
salên 1920’î de (li gor agahdarîya ku Rohat Alakom daye) li Ermenîstanê
hatibû kiþandin û filmên ku bi derhênerîya Emil Ludwing di salên 1930’î disa
li Ermenîstanê kiþandibû navê filman "Selahaddin", "Mem û
Zîn", "Xanî Dimdim" û "Siyabendê Selîwan" destanên
Kurdî re hatiye avêtin .Ji ber nebûna bazarakê netewî-azad û ji ber
astengîyên aborî û sîyasî Kurd di qada sînemayê de gelek paþ de man.Di vê
navbera dirêj de di qada sînemayê de
hin xebat pêk hatibin jî bi awayekî ciddî û profesynel di sala 1992’an de bi
filma Nizamettin Ariç bi navê "Kilamek Ji Bo Beko" Sînemaya Kurdî
çavên xwe li Dinyayê vekir.Bi filmên ku piþtre hat kiþandin jî sînemaya Kurdî
dest bi çaplûkî çûnê kir.Di salên dawî de bi rastî ji pêþketinên erênî pêkhat.Bi taybetî azadîya li Baþurê
Kurdistanê û mercên ku hat guherandin,pêþketina Medyaya Kurdî,li dar xistina
festivalên filmên Kurdî,derketina derhênerên Kurd ku xwedî
perspektîf,serkeftina filmên Kurdî ku di festivalên navneteweyî de
bidestxistin,bi hezaran çîrokên ku dîrok û coxrafyaya Kurdistan dihewîne ku
bo sinemaya Kurdî pêþerojeke ronal pêþkeþ dike û xalên din bo rabûna ser
pêyan a Sinemaya Kurdî faktorên girîngin. Geþedana
þanoya Kurdî ji sînemaya Kurdî cûdatir bûye.Ji ber ku afirandina delfetên
maddî li gor sînemayê hin hêsantir û cewaztir e.Bingehên þanoya Kurdîya
îroyîna di destpêka salên 1900î de hatiye danan.Yekem berhemên þanoya Kurdî
li stanbolê û rojhilatê Kurdistanê derketine holê.1930î bi taybetî li
rojhilatê Kurdistanê ji aliyê wek kesên Mîr Seyfedîn,
Teqîxanê Raber, Simayîl Þakirî þanoyên Kurdî hatine avakirin û
listikên Kurdî hatine nîþandan |
|||||
|
Girêdanên Peywendîdar
|
Girêdanên Peywendîdar |
|||||
|
WÊJEYA KURDÎ |
ZIMANÊ KURDÎ Û PÊÞENGÊN WÎ |
|||||
|
Milletekî wekî Milleta Kurd ku wêjeya wî ya nivîskî bi
sedan sal berê destpêdike,xebatên ku di her warê hunerê de hatine kirin zêde gotin
nahêle.Sedsalên berê de kesên wek Mani(Derdora
250 P.Z ) û Anu Þîrvan (Derdora 400 P.Z) jî berhemên nivîskî
bi zimanê Kurdî hatibe dayîn jî kesê ku ji herî zêde nasnakirin û wekî
destpêk tê pejirandin Baba Tahirê
Hamadanî(938-1010) ye. Ji vana belkî ser Kurdan herî
zêde bibandor bûye Ehmedê Xanî (1651-1707) ku berhema wî yê bi
navûndeng û giranbuha Mem û Zîn ve tê nasîn.Ehmedê Xanî 350 sal berê xwedî
hiþmendiye neteweyî bûye hin Kurdên ku
îro jî nikarin vê hêstiyarî nîþan bidin.Li gel Ehmedê Xanî navên wek Feqiyê Teyran, Melayê
Cizîrî,Pirêmerd,Nizamî,Melayê Batê û hin navên din jî morên xwe li Edebiyata
klasik a Kurdî xistine. Edebiyata
Modern a Kurdî li Kurdistana Baþur her çiqas ji salên 1900an de berhem dida
jî pêþketin û zêde bûna berheman piþtî 1970an pêk tê.Piþtî 1991ê azad bûna
Kurdistana Baþûr û di perçeyên din de jî bilindbûna hiþa neteweyî bi xwe re
zêdebûna lêzahîya pêþketina Wêjeya
Kurdî jî anî. Di rojame
de hin navên helbestan û nivîskarên ji Kurdistana Azad,perçeyên din ên
Kurdistan û Ewrûpa wiha dikarin rêz bikin. Mehmed
Uzun,HelîmYusiv,Þêko Bêkes, Ereb Þamilov,Hesenê Metê ,Mahmut
Baksi,Cegerxwin,Mahmud Lewendî,Xelil Duhokî,Elî Mahmûd,Xebat Arêf,Murad
Ciwan,Sîrwa Ezîz,Hecî Cefer,Mamo Jemo,Zinarê Xemo,Zekî Seyda,Musa Anter,Rojen
Barnas,Dilawer Zeraq,Firat Cewerî,Arjen Arî,Siraç Bilgin,Dîary Qeredaxî,Sebrî
Silê,Hesen Qizilci,Mem Bawer,vanî,Abdullah Nureddîn,Celalî,Salah Hussin
Hama,Qedrîcan,Nureddîn Zaza,CanKurd,Aram Raþid,Xalid Faraj,Kakþar
Oremar,Mehmet Bayrak,Osman Sebrî,Qenatê Kurdo,Cemþid Bender,Torî,Evdila
Pêþew,Celilê Celîl,Perwîz Cihanî…Navên ku li vir de hatine rêz kirin tenê hin
mînakin gelek nivîkar,lêkolînvan û helbestavên giranbûha hene ku navê wan
nehatiya nivîsandin. |
Zimanê
Kurdî di roja me de li Rojhilata Navîn û Asyaya Nêzik de zimanê 4’emîn ku
herî zêde tê axaftin û Cihanê de di nav 30
zimanên sereke de cih dih digre li gor pîvanên wekî rêjeya
axaftinê,bikaranînê di amûrên medyayê de,mejûya danîna berhemên pêþîn yên nivîskî.
Weku hemû zimanên dewlemend û þareza zimanê kurdî jî ji kurahîya mejûyê peyda
bûye û bi bingeh û basûtê xwe ya bihêz xwe gihandîye roja me ya îroyîn.Zimanê
Kurdî ku rabirdûya wan berîya hezaran salan dayanýr.Ji serdema Hurrîyan li
serdema Medan ve wek Zimanê Avesta(Zimanê Med-Medya) hatiye û gelek gonaxan
derbas buye û gihiþtiyê serdema me. Îro Zimanê
Kurdî Iraqa Federal de duyemîn zimanê fermî û Kurdistana Azad(baþûr) de jî
yekemîn zimanê fermîye.Li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta
zaningehê,li dezgehên fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû
sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn.Bi sedan
kovar,bi dehan rojname,bi sedan pirtûk,albûm û hwd. bi Kurdî derdikeve.Di
alavên ragihandinê pêþketi û qadên fermî,dadî hwd. de Kurdî li Dewleta
Federal a Kurdistanê giranîya xwe roj bi roj zêdetir dike. |
|||||
|
Girêdanên Peywendîdar MEHNAME |
Girêdanên Peywendîdar |
|||||
|
DEWLETA FEDERE YA KURDISTANê |
RÊVEBERÎYÊN KURD |
|||||
|
4ê Hezîranê de Parlementoya Kurdistanê vebû û
parlementaran sond xwarin.Parlemento û Hikumeta Kurdistanê bi tempoyeke baþ
dest bi karên xwe kirin.Pêþveçûnên ku li baþurê Kurdistanê dibû ne tenê bo
Kurdistanîyên Baþur bo hemû Kurdistanîyan dibûn tovên hêvîyên nû.Di 4ê Cotmeha 1992an de Parlemena
Neteweyîya Kurdistan biryerekê dîrokî vergirt û “Dewleta Federe ya
Kurdistan” îlan kir.Yekem serokê parlemena Kurdistanê Cewher Namiq bû. Li pêy
îlan kirina Dewleta Federe ya Kurdistan bingehê dewletê:wezaretên
Hikumeta Kurdistan,desthilatîya rêvebirî û dadî,artêþa neteweyî,hêzên
ewlehîyê,dezgehên çandî-civakî,dezgehên perwerdehî û ragihendinê hêdî hêdî
hat demezirandin.Piþtî demekê kin PKK êrîþê bir ser Dewleta Federe
ya Kurdistanê.Bi îlan kirina Dewleta Federe ya Kurdistan dewletên
dagirker Tirkîye,Iran,Iraq û Sûriye pirr eciz bûbûn.Lewma jî dixwastin
hundirê Kurdistana Azad tevlihev bikin û Tirkîye jî bi vê avahî bi bahaneya
PKK êrîþî ser Kurdistana Azad dikir. Di
Sibata 2005ê de,Li Kurdistana Azad û Iraqê hilbijartinên giþtî pêk hat.Di vê
hilbijardinê de Neteweya Kurd encamekî dîrokî bi destxist.Listeya Hevpeymanîya
Kurdistan ku gelek partîyên Kurdistanê tê de cih digirt li seranserî Iraqê de
%30 deng vergirt û 70 parlementer xist parlemane Iraqê.Her wiha bi vê
hilbijartinê hilbijartinên Parlemena Kurdistan jî hat kirin.Parlemena
Kurdistanê de jî listeya ku PDK,YNK û hin partiyên din têde cih digirtin ji
dengan bi qasê %90 deng vergirtin.Bi vê avahî Hikumetên Kurdistan bi temamî
bû yek.Di vê hilbijartinan de Kurdan serkeftinek mezin di Kerkûkê de jî bi
destxistin.Kerkûk, carekî din eþkere bû ku bajarekî Kurdistanîye.Her wiha di
hilbijartinên Iraqê de li ber hemû Cihanê eþekere bû ku angaþtên Tirkan
vikûvalaye,Enîya Tirkmenan ku bo bêistiqrar kirina Kurdistan bi destê Tirkîyê
hatibû damezirandin tenê li dora %1 deng girt.Di kombûna yekem a Parlemena
Kurdistanê de bi yek dengî, Rêzdar Mesûd
Barzanî wekî Serokê Dewleta Kurdistanê hat hilbijartin.Her wiha Celal
Talabanî jî bû serokkmarê Iraqê. |
Bi 2-3
hevokan ji xeynî Dewleta
Federe a Kurdistan rêvebirên din yê Kurd jî nasbikin. -Niha li rojhilatê Kurdistanê eyaletek bi navê Kurdistanê heye. http://www.iranonline.com/iran/kurdistan/images
-Li
ewrûpa hin konferderasyonên Kurdistanî hene.Her wiha Hikumeta Rojavayê Kurdistanê
ya Dervey welat heye. |
|||||
|
Girêdanên Peywendîdar Kurdistan
Parliament Kurdistan National Assemly Hikumeta Kurdistan Goverment of Kurdistan
|
Girêdanên Peywendîdar http://www.iranonline.com/iran/kurdistan/images
http://www.rojava.net |
|||||
|
HÊZA LEÞKERÎYA KURDISTANÊ |
ABORÎYA KURDISTANÊ |
|||||
|
Ji
sedhezarî zêdetir hêza Pêþmergeya Kurdistanê heye.Her wiha sala 1997an de
Arteþa Taybet a Kurdistan(Arteþa Taybet a Zawite) hat avakirin.Lêþkerên
Arteþa Taybet a Kurdistan bi rêbazên nûjên tên perwerde kirin.Sistema bipere
tê bikaranîn.Ev tiþt jî dibe sedema profesyonel bûyîna vê arteþê. Arteþa
Taybet a Zawite li hemû Dinyayê daye îspat kirin ku gelê Kurd jî dikare xwedî
arteþekî modern û pêþketi be. Di Hêza
Leþkerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de kêþeya herî mezin nebûyîna çekên
girane.Ger hemû hêza leþkerîya Kurdistanê bi çekên giran,modern û bihêz were
arastin vê hêz, tevger,bandor,hêza biryar dayîna Kurdistan jî zêdetir be.Her
wiha ger gelê Kurd bixwaze di Cihanê de bibin hêzekî mezin divê Hêza
Lêþkerîya Kurdistan bi her avahî xwe modernîze bike û pêþxe. |
Aborîya
Kurdistanê de giranîya mezin a çandinîyê heye. Ger
mesleya Kerkûkê çareser be û Kurdistan bikare be dewlemendîyên xwe bikarbîne
vê demê aborîtya Kurdistan bi hêzekî mezin pêþkeve û Kurdistan bibe hêzekî
mezin û welatekî pêþketî û berdewamî.Niha hatinîya Aborîya Kurdistana Azad
çandinî,ajeldarî,bêþ(vergi),hatinên derîya sînorê,alikarîyên welatan, û
pêþketinên din sektorên avadanî,avahîsazî,muhendisî û bêþen ku ji þirketên
biyane têngirtin pêk tîne.Divê ihracat
zêde be û sistema bazara vekirî ser hîmen netewî were avakirin.Divê pêþarojê
de dewlet destê xwe ji sekora xizmetê vekiþîne.Lê bi yasayan hîmên neteweyî
ser bingeha babetên nûjen werin parastin. Li
Kurdistana Azad divê giranîya pîþesazî û serktorên xizmetê pêþkevin da ku
Kurdistan xwedî aborîyeke baþ be. Bandora
Benqeya Nevendiya Kurdistan di pêþketina aborîya Kurdistanê de zêde dibe. |
|||||
|
Girêdanên Peywendîdar |
Girêdanên Peywendîdar Aboriya Kurdistan www.aboriyakurdistan.com |
|||||
|
ÎNTERNETA KURDÎ Û TEKNOLOJÎ |
LI KURDISTANÊ ZANIST Û PERWERDE |
|||||
|
|
Wekî min
berê jî dest nîþan kiribûm, li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta
zaningehê,li dezgehên fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû
sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn Li
Kurdistana Azad Zankoya Selahhaddîn-Hewlêr http://www.salun.org Zankoya Silêmanî http://www.univsul.com Zankoya Duhok http://www.uni-dohuk.net Zankoya Koyê û Zankoya Kerkûk Bi giþtî 5
zaningeh(zanko) heye ku bi giranî zimanî Kurdî perdewerde tê dayîn.Li
Kurditana Rojhilat jî Zankoya Kermanþah(http://www.kums.ac.ir/index.htm)
û Zankoya Kurdistan de zimanê
Kurdî bi fermî tê bikaranîn.Hewlên Hikumeta Kurdistan her roj bo pêþketina
perwerdeyê ser hîmên neteweyî û nûjen zêdetir dibe û dezgeh û rexistinên di
vê qadê de zêdetir dibin. Li
Kurdistana Azad dezgeheke girîng bi navê Korî
Zanyarî Kurdistan ku bo pêþketina zanist,ziman,çanda kurdî hatiye
damezirandin û wek akademîyên AKADEMÎYA KURDÎ YA KAWA (http://www.hevgirtin.com) û gelek rexistin,yêkîtî
û dezgeheên akademîk hene û gav bi gav zêdetir jî dibin. |
|||||
|
Kurdish Point Kurd Land Wîndowsa Kurdî Linuxa
Kurdî Kurdish Linux Linuxî Kurdî I.
Explorera Kurdî-Opera Kurdî Web
|
Skype-Kurdî-Kurdish Office
Kurdish 2002 Kurd Mcse Bawername.com Kurdish Nuke Kurdî Net |
http://www.dilpak.com http://www.geocities.com/mamawlla/ ZANKOYA DUHOK
-KURDISTANA AZAD ZANKOYA SILÊMANÎ
-KURDISTANA AZAD ZANKOYA SELAHADDÎN KURDISTANA AZAD ZANKOYA
KOYÊ -KURDISTANA
AZAD ZANKOYA KERMANÞAH
-KURDISTANA ROJHILAT ZANKOYA
KURDISTAN -KURDISTANA
ROJHILAT |
||||
|
Hemû Mafên vê malperê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved | Pêywendî | Navdank HKMG |
||||||
|
Hemû Mafên Wî Parastîye. Bo Agahî Girtina Derbarê vê xizmetêde.agahi@hkmg.com |
|
|
|
Ev malpereke |
||